AFYONKARAHÎSAR
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) Kemal Ozturk diyar kir ku ev sal dê ji her alî ve dijwar derbas bibe û wiha got: "Îsal 2 hilbijartin dê bên kirin, her du jî bi rîsk in û ji bo çarenûsa welêt girîng in. Em ji vî alî ve jî dema ku lê dinihêrin gelek bar dikeve ser milên me."
Civîna plansaziyê ya AAyê qediya
Ozturk di axaftina girtinê de diyar kir ku plansaziya 2014an bi xebateke têr û tijî hat kirin.
Ozturk destnîşan kir ku ev sal dê dijwar derbas bibe û wiha got: "Em xwedî pîşeyekî xeternak in, di qadên xeternak de dixebitin. Ji ber vê çendê qet jibîr nekin ku karê me dijwar e. Jibîr nekin dê dijwar derbas bibe."
Ozturk got: "Îsal 2 hilbijartin dê bên kirin, her du jî bi rîsk in û ji bo çarenûsa welêt girîng in. Em ji vî alî ve jî dema ku lê dinihêrin gelek bar dikeve ser milên me."
Ozturk daxuyand ku her kes ji AAyê hêvîdar e û wiha pê de çû: "AA manîpulasyonê nake, agahiyên şaş nade, agahiyan rast dide. Gelek telebên mirovan hene û peyaman dişînin ku em weşanên zindî bikin, nûçeyên wan çêbikin û wêneyên wan bikşînin. Ev telebên mafdar in. Lewra heta niha tiştên ku ji Anadolu Agencyê dihatin hêvîkirin nehatine kirin, lê em bi îdiayekê derketin holê. Ji ber vê yekê gelek kes ji AAyê hêvîdar e."
Ozturk got ev sal bi xêr be û înşeallah em ê nûçeyên kêfxweşiyê çêbikin.
Piştî axaftinê di nav diruşmeyên ku rêvebir pêşniyaz dikin de hilbijartin çêbû û diruşmeya AAyê ya 2014an "GlobAAl2014" hat kifşkirin.
Alîkarê Serokê Giştî û Berpirsiyarê Weşana Giştî Omer Ekşî diyar kir ku civîn ji bo lêpirsîna rabirdûyê û tayînkirina dûhatûyê organîzasyoneke girîng e. Kesên kedkar re spasiyên xwe pêşkeş dikim.
Ekşî got hilberîna giştî li gor 2011an ji sedî 110 zêde bû. Di vê serkeftinê de keda hemû xebatkarên me heye.
Piştî axaftina Ekşî, Kordînatorê Weşana Nûçeyên Dîmenî Ahmet Sel, Edîtorê Nûçeyên Werzişê Ersîn Şiyhan, Edîtorê Nûçeyên Aboriyê Fazîlet Ozer, Cîgirê Edîtorê Nûçeyên Medyaya Nû Behçet Gungor, Kordînatorê Weşana Nûçeyên Tirkiyeyê Ertugrul Cingil, Edîtorên Nûçeyên Derveyî Welêt der barê armancên yekeyên xwe yên 2014an de agahî dan.
Kordînatorên Projeya Weşanê yên Nûçeyên Fransî Faruk Tokat û Zulal Eserê der barê weşana Fransî de, Alîkarê Edîtor yê Nûçeyên Herêma Ewropayê Omer Getres jî der barê amadehiyên weşana bi zimanê Arnawûtkî de agahî dan.