Önder Beyter
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Balyozê Azerbeycanê li Enqereyê Hazar Îbrahîm, Ajansa Anadoluyê (AA) ziyaret kir.
Balyoz Îbrahîm û heyeta pê ra bi Serokê Lijneya Rêvebirinê û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci û Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê AAyê Metin Mutanoglu ra hat cem hev.
Di hevdîtinê da Balyoz Îbrahîm, Tirkiye û Azerbeycan wekî yek milet û du dewlet pênase kir û bal kişand ser peywendiyên dostane yên di asta serokên herdu welatan da.
Îbrahîm ji ber nûçegihaniya wê ya cesûr û xwedî rêgez, sipasiya AAyê kir û ew kêfxweşiya xwe anî ziman ku AAyê bi nûçeyên xwe va piştevaniya peywendiyên dost û biratiyê yên herdu welatan dike.
Azerbeycan ji wan welatan e ku di sazûmaniya kurewî ya AAyê da ciyekî sereke digire.
Edîtoriya Nûçeyên Rûsî ya AAyê û Edîtoriya Nûçeyên Asya Kafkasyayê ya AAyê li paytextê Azerbeycanê Bakuyê ne.