İbrahim Atmaca
01 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2019
Di çarçoveya vîzyona sala 100emîn a Ajansa Anadoluyê (AA) da weşana Albanî di 1ê cotmeha 2014an da dest pê kir û 5 salê xwe temam kir.
Gavên pirzimanî yên AAyê di demeke kin da serkeftî bûn.
Weşangeriya Albanî di 9ê mijdara 2015an da navenda weşana xwe li Uskupa paytextê Makedonyaya Bakur vekir, di nav 5 salan da di nav medyaya herêmê da serkeftineke mezin bi dest xist.
Servîsa Albanî hingî vebûye ji Balkanan, Tirkiye û dinyayê ji 84 hezarî zêdetir nûçe, 41 hezarî zêdetir foto galerî û ji 21 hezarî zêdetir dîmen weşandiye. Di nav 5 salan da ket nav çavkaniyên herî girîng ên nûçeyan ên Makedonyaya Bakur, Kosova û Albanyayê.
Servîsa Albanî li paytext Uskupê bi weşana Makedonî ra fealiyetê dike û medyaya herêmî eleqeyeke mezin nîşan dide.
Medyaya Albanan her roj dora 50 nûçeyên servîsa Albanî bi kar tîne.
AA digel zimanê Tirkî, bi zimanê Îngilizî, Erebî, Fransî, Boşnakî-Xirvatî-Sirpî (BHS), Rûsî, Kurdî (Kurmancî-Soranî), Albanî, Makedonî, Farisî, Endonezî û Spanyolî weşanê dike.