İbrahim Atmaca
10 Sibat 2021•Rojanekirin: 11 Sibat 2021
Balyozê Enqereyê yê Cezayîrê Murad Adcabi û heyeta pê ra Midûriya Giştî ya Ajansa Anadoluyê ziyaret kir.
Adcabî û Alî Kessaiyê Misteşarê Balyoz û Katibê Balyoz Bulent Kaplan bi Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Şenol Kazanci ra hat bal hev.
Balyoz Adcabî kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir û ew di paşerojê da dixwazin bi AAyê ra tevkariyeke pêşketî bikin.
Adcabî bi bîr xist ku wî di navbera salên 2007-2008an da li Serkonsolxaneya Stenbolê ya Cezayîrê weke Alîkarê Serkonsolos wezîfe kiriye.
Adcabî diyar kir, ew kêfxweş e ku nêzî 10 salan şûnda cardin weke balyoz li Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir, "Min li vî welatê xweş û girîng weke balyoz dest bi wezîfeyê kir. Wezîfeya min a eslî ye ku têkiliyên navbera her du welatan ku ji berê va heye, xurtir bikim."
Midûrê Giştî yê AAyê Kazanci Adcabî derbarê xebatên nûçeyan ên kurewî yên AAyê da Adcabî agahdar kir û derheqê şaxên AAyê yên derveyî welêt da jî agahî da Balyozê mêvan.
Kazanci vazoya çînî wek diyarî da Adcabî.
Her wiha heyet li yekeyên nûçeyan ên AAyê hat gerandin û derbarê karên ajansê da hatin agahdarkirin.