Abdullah Tel
10 Sibat 2021•Rojanekirin: 11 Sibat 2021
Juriya Îstanbul Photo Awards a 2021ê ya pêşbirka wêneyên nûçeyan a navneteweyî ku ji alî Ajansa Anadoluyê (AA) va tê lidarxistin diyar bû.
Di heyeta juriya îsal da endamê Ajansa NOORê nûçegihanê wêneyan Yurî Kozyrev, Gotyarê dîtbariyê Marion Mertens, Dîrektorê Wêne Belavkirin û Kar Pêşvebirina AFPê yê Berê Michel Scotto, nivîskar û nûçegihana wêneyan Deborah Copaken, Serwênekêşê Nûçeyan ê Sporê yê Getty Imagesê Cameron Spencer, nûçegihanê wêneyan Ahmet Sel, Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Hasan Oymez û Edîtorê Wêneyan ê AAyê Firat Yurdakul hene.
Di juriya pêşbaziyê da Goran Tomasevic ê nûçegihanê wêneyan ê Reutersê ku ev 20 sal e dîmenên gelek bûyerên li dinyê qewimîne kişandiye jî cî digire.
Agahiyên der barê kesên di juriyê da cî digirin û di qada wêneyan da tên naskirin jî li ser navnîşana "www.istanbulphotoawards.com/Jury/" bi berfirehî hene.
- Heta 18ê Adarê serlêdan dikare bê kirin
Ji bo serlêdana pêbaziyê 18ê Adarê roja dawîn e û heta wê rojê ji ser navnîşana "www.istanbulphotoawards.com"ê serlêdan dikarin bên kirin.
Kesên bixwazin beşdarî pêşbaziyê bibin dikarin di bin banê kategoriyên "Nûçeya Kit", "Nûçeya Rêze", "Spora Kit", "Spora Rêze", "Jiyana Rojane ya Rêze" û Portreya Rêze" da serlêdanê bikin.
Xelata mezin a ji bo "Wêneya Salê" ku di encama pêşbaziyê da bê kifşkirin wê 6 hezar dolar be û nûçegihanê wêneyan ê xwedî wê wêneyê be wê xelatê hilde.
Ji bo yekemînên her kategoriyê her yekî 3 hezar, ji bo duyemînan her yekî hezar û 500, ji bo sêyemînan jî her yekî jî hezar dolar pere wê wek xelat bê dayîn.
Di kategoriyên "Jiyana Rojane ya Rêze" û Portreya Rêze" da jî bi tenê ji bo yekemînan wê xelat bê dayîn.