ANKARA (AA)- Anadolu Agencyê der barê îdîayên têlefonên ku "rêxistina paralel" guhdar kiriye de daxûyaniyek da û der barê gumanbaran de gilîdar bû.
Anadolu Agencyê di daxuyaniyê de bi bîrxist ku îro di rojnameyên Yenî Şafak û Starê de nûçeyek hat weşandin û hat îdiakirin ku di çarçoveya dosyeya ku nimreya wê “2011/762 ye û li Dadgeha Çaglayanê di çarçoveya Qanûna Tekoşîna bi Terorê re tê dîtin de, gelek kes tên guhdarkirin. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku telefonên santralê yên Anadolu Agencyê (AA), yên Midûrê Giştî Kemal Ozturk, yên Berpirsiyarê Weşana Giştî Omer Ekşî, Endamê Lijneya Birêvebirinê Mucahît Kuçukyilmaz, Berpirsyarê Weşana Nûçeyên Tirkiyeyê Ertûgrûl Cîngîl, Wekîlê Edîtorê Medyaya Nû Behçet Gungor, Berpirsyarê Weşanê yê Nûçeyên Afrîka û Rojhilata Navîn Tûran Kişlakçi, parêzera ajansê Şerîfe Gul Ariman, Nûçegihanê Aboriyê Tamer Toganaş tên guhdarkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Anadolu Agencyê berî her tiştê serî li Serokwezirtî, Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Edaletê, Midûriya Giştî ya Ewlehiyê da û di çarçoveya Qanûna Agahî Sitandinê de agahî xwestin ka gelo sazî, Midûrê Giştî yê saziyê û xebatkarên saziyê ji kengî ve tên guhdarkirin, biryara guhdarkirinê heye an na.
Her wiha Ajansê ragihand ku daxwaznameyeke ku der barê mijarê de agahiyê dixwaze dan dozgeriya komarê û bi vê daxwaznameyê di çarçoveya Qanûna Agahî Sitandinê de ji bo ku maf neyên binpêkirin, der barê naveroka vê lêpirsîna ku ket çapemeniyê de agahî hat xwestin.
Her wiha hat eşkerekirin ku der barê îdiayên guhdarkirinê de di çarçoveya sûcên Binpêkirina Veşartîbûna Ragihandinê, Guhdarkirina Axaftinên di Navbera Kesan de û Qeydkirina Wan, Binpêkirina Jiyana Taybet, Bi Awayekî Dijî Hiqûqê Qeydkirina Daneyên Şexsî, dê gilîdar bin.
ji bilî wan hat diyar kirin ku Ajans, dê der barê wan kesên ew guhdar kirine de dê doza tezmînatê ya madî û manewî vekin û der heqê dozgerên ku ev biryar dane jî serî li Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (LBDD) bidin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo êxtiyên ku avêtin li ser ajansa neteweyî ya Komara Tirkiyeyê û xebatkarên wê, dê serî li her cure rêyên hiqûqî bidin.