LONDON
Ofîsa Londrayê ya AAyê ya ku parçeyek sazîbûna gerdûnî ya Anadolu Agencyê ye, dê bibe yek ji navendên girîng yên nûçeyên dîplomasî, fînans û werzişa li Ewropayê. Ofîsa AAyê ya liLondrayê bi beşdariya Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinç û Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Birêvebirinê yê AAyê Kemal Ozturk hat vekirin.
Ji ber vebûna Ofîsa Londrayê ya AAyê ya li kêleka wezaret û parlementoya ku navenda siyaseta ingilizan e, merasim hat lidarxistin.
Li Londraya ku yek ji bajarên herî girîng yên Ewropa û cîhanê ye, digel vebûna ofîsê dê li Navenda Çandê ya Tirkan a Yûnûs Emreyê pêşangeha wêneyan ya bi navê "Ji Objektîfa Anadolu Agencyê Cîhan" jî bê vekirin.
Armanca Anadolu Agencyê (AA) ew e ku di sala xwe ya sedemîn de bibe yek ji 5 ajansên herî baş yên cîhanê. Ofîsa Londrayê dê piştgiriyeke mezin bide vê armanca AAyê û dê ji bo weşana ingilizî ya AAyê jî bibe navendeke girîng. Ofîsa Londrayê dê digel Ingilistanê rûdanên girîng yên herêmên din yên Qraliyeta Yekbûyî yên wekî Îskoçya, Îrlandaya Bakur û Gallerê jî ragihîne aboneyên xwe.