ANTALYA
Gerînendeyê Ragihandina Sazmanî ya Anadolu Agencyê (AA) Mustafa Solmaz got: "Ji ber ku em partnerê medyayê ya mezintirîn kongreya werzîşê ne em gelekî şanaz in."
Solmaz got ku Kongreya 12emîn a SportAccordê ya ku ji aliyê Federasyonên Werzîşa Navneteweyî (SportAccord) ve li bajarokê Beleka Antalyayê tê lidarxistin ji bo werzîşa tirk û dinyayê gelekî gîrîng e û îro em wekî AAyê sê şahiyan bi hev re hîs dikin û bi berdewamî Solmaz wiha axivî: "Îro em him şanaziya beşdariya SportAccordê ya ku mezintirîn kongreya werzîşê ye hîs dikin û him jî îro em 94emîn salvegera damezirîna AAyê û weşana bi zimanê fransewî ya ku 7emîn zimanê weşana ajansa me ye pîroz dikin."
Solmaz wiha got: "Em gelekî serbilind in ku emê bi 7 zimanan ve aboneyên xwe ji kongreya ku dê bi beşdariya Komîteya Olîmpiyata Navneteweyî û 109 serok û endamên lijneya rêvebirinê ya federasyonên navneteweyî ve bê lidarxistin, haydar bikin."
Xeynî van Solmaz bal kişand û got ku AA bê navber geşedana xwe didomîne û di demeke kin a mîna 2 sal û nîvan de di bin serkêşiya Mûdirê me yê Giştî Kemal Ozturk de gihîşte nasnameyeke gerdûnî. Di gel vê, yek ji armanca me ya ji vê kongreyê çêkirina bingeha têkiliyên domdar a li gel derûdorên werzîşa navneteweyî ye."