28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
ANKARA
Akademiya Xeberan a AAyê ya ku di çarçoveya vizyona sala sedî ya Anadolu Agency da hatibû avakirin îro dest bi "Perwedeya Nûçegihaniya Nifşê Nû" kir.
Serokê Lijneya Rêvebirinê û Mûdirê Giştî yê AAyê Kazanci di merasima vekirina "Perwedeya Nûçegihaniya Nifşê Nû" ya ku li salona konferansê ya AAyê hat lidarxistin da kesên heq kirin beşdarî bernameyê bibin pîroz kir.
Kazanci destnîşan kir ku 700 kesî serî li bernameyê xist û piştî milaqatan ji nav wan 59 kesî heq kir ku tevlî bernameyê bibin û perwerdeyê 2 mehan ber xwe bide.
Kazanci diyar kir ku ew ê di meha ewil a perwerdeyê da 160 saet dersên teoriyê bidin, di meha 2yan da jî qursiyeran di serwês û herêman da bidin xebitandin. Kazanci eşkere kir ku di bernameyê da xeberên nivîskî, wêne, vidyo û medyaya civakî yê bên hînkirin.
Kazanci got ku karê rojnamevantiyê karekê hêsan nîne û wiha axivî: "Ji we rica dikim karê xwe cidî û bi dilê xwe bikin. Her roj dema ku tên vê derê wisa bifikirin tu dibê zarên we, dilketiyên we, hevalên we, dê û bavên we li vê derê ne. Hemû dersan baş teqîb bikin."
Kazanci got: "Dema ku qala tiştekî dikin bizanibin ku çi dibêjin" û wiha pê da çû:
"Ku ez ji we ra bêjim 'Hevalno derkevin ser dikê û li ser mijara astengdaran çend tiştan bibêjin lê belê şertekê min heye, 5 hevokên ewil ezê bibêjim', Hevalno dibê li ser mijarekê hûn ji 5 hevokan zêdetir tiştan bizanibin û xwe pêş bixin. Heke 5 hevokên ewil ez bêjim yê ji we ra tu tiştekê nemîne. Di nav 700 kesî da hûn hatin hilbijartin. Ji ber ku baweriya wan bi we hatiye û gotine ku ev dikarin hevoka 6an bêjin hûn hilbijartine."
Kazanci ji qursiyerên akademiyê ra serkeftin xwest û wiha got: "Di nav 2 mehan da hûn ê bi rastî ji vê derê bi barekê giran derkevin û xwe pêşbixin."
- Perwerdeya Nûçegihaniya Nifşê Nû
Bernameya "Perwerdeya Nûçegihaniya Nifşê Nû" ew ê di 20ê mijdarê roja înê bidawî be.
Di perwerdeya ku li Salona konferansê ya AAyê bê dayîn da nûçegihanên bitecrûbe yên AAyê û dersên teorîk û pratîk bidin beşdarvanan. Di meha ewil a perwerdeyê da ew ê dersên teorîk di meha din da jî dersên piratîk bên dayîn.
Di meha ewil da ezmûnên vîze û fînalê yê bên kirin, di meha din da jî beşdarvanê di serwês û herêmên AAyê da perwerdeya piratîk bibînin. Sipartekên hemû xwendekaran yek û yek yê bên nirxandin.
Dema ku "Perwerdeya Nûçegihaniya Nifşê Nû" temam bibe yê sertîfîkayê bidin beşdarvanan.