ANKARA
Perwerdeya nûçegihaniya şer ya ku Akademiya Nûçeyan ya Anadolu Agencyê (AA) û Serokatiya Akademiya Polêsan bi hev re li dar xist didome.
Perwerde wê ji bo nûçegihanê fotoyê, kameraman û nûçegihanên ku di saziyên medyayê yên neteweyî û navneteweyî de dixebitin bê dayîn. Ji bo bernameyê dê 30 kes bên girtin û şert û mercên serlêdanê wiha ne: Kesê ku wê serî lê bide divê temenê wî ji 40 salî derbas nebûbe, divê nexweşiyên wî yên kronîk tunebin, divê bikaribe rêwîtiyê bike, pirsgirêka wî ya leşkeriyê tunebe û divê ji bo ku di AAyê de bixebite astengiyên wî yên zagonî tunebin.
AA weke distûr kesên ku pewerde nebin naşîne şer. Li gor perwerdeya ku AA dê bide, di nûçegihaniya şer de ya herî girîng ewlehiya nûçegihan e û pişt re jî nivîsandina nûçeyan, kişandina wêne û dîmenan û şandina van e.
Kesên pispor dê perwerdeyê bidin
Hêzên Çekdar ên Tirk (HÇT) û AFAD dê bi kadroyên xwe yên pispor ve ji destpêkê heta dawiyê destekê bidin perwerdeyê.
Pisporên Akademiya Polêsan wê dersên alîkariya ewil, teror û terorîzm, bûyerên civakî, penaber û kampên penaberan, di rewşa derasayî de rêvebiriya medyayê, di bûyerên teror û şidetê de rêgezên weşanê, nûçegihaniya fotoyê ya şer, kameramaniya şer, nûçegihaniya şer, zimanê laşê mirov, berxwedana di avê de, şer, nûçe, mînakên nûçeya wêne û dîmenê, dahûrîna rîsk, parastina nêzîk, balistîka çekê, ewlehiya şexsî, dîlgirtin û revandina mirov, teqemenî û defikên bûbiyê bidin.
Dersên wek nûçegihaniya şer, kameramaniya şer, nûçegihaniya fotoyê ya şer, di rewşa derasayî de rêvebiriya medyayê dê ji aliyê kadroya pisporên tecrubedar ya AAyê ve bên dayîn.