ÎSTANBUL
Civîna Nasandina Termînala Nûçeyên Vejenê ya Anadolu Agencyê (AA) îro bi beşdariya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz û Kemal Ozturkê ku ji wezîfeya Serokatiya Rêveberiya Lijneyê û Midûriyeta Giştî ya AAyê îstifa kir, li Stenbolê hat kirin.
Di civînê da Termînala Nûçeyên Vejenê ya AAyê ya ku demek berê dest bi weşana testê kiribû hat nasandin.
AAya ku hewl dide bikeve nav pênc ajansên herî mezin ên dinyayê gaveke girîng avêt û Termînala Nûçeyên Vejenê (AA Energy News Terminal) vekir. Di termînalê da nûçeyên der barê vejenê da bi îngilizî tên weşandin. AAya ku geşedanên neteweyî û navneteweyî dişopîne hewl dide ku di nûçegihaniya vejenê da jî bi ser keve. Termînala Nûçeyên Vejenê ya AAyê di 9ê îlona 2014an da dest bi weşana testê kiribû. Termînala Nûçeyên Vejenê ya AAyê li ser navnîşana 'www.aaenergyterminal.com''ê tê şopandin.
Di termînalê da wê analîz, rapor û nûçe cî bigirin û wê ji bo sektora kurewî, berhênerên ku eleqeyê nîşanî Tirkiyeyê didin û stratejiyên vejenê yên navneteweyî bibe çavkaniya nûçeyan.
AA wê termînalê ji xeynî nûçeyên vejenê yên li Tirkiye û dinyayê bi nûçeyên siyaset û polîtikayên derve jî xurt bike. Wê li DYA, Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê bi serkêşên sektorê ra peymanan çêke û analîzên taybet ragihîne bikarhênerên xwe.