Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya ku Anadolu Agency (AA) li dar dixe, bû.
Wezîr Avci yek bi yek li wêneyên ku di kategoriyên "nûçe" û "jiyan"ê de pêşkêşî dengdayînê kirin, nêrî.
Avci di kategoriya "nûçe"yan de ji bo wêneya bi serenava "Kesên ku li Mûsilê hatin dîlgirtin" ya ku Fatîh Aktaş kişand, deng da. Di wêneyê de tê dîtin ku xizmên dîplomat û malbatên wan ên ku li Mûsilê dîlgirtibûn û pişt re hatin xilaskirin û Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi balafira taybet ew anîn Şanliûrfayê û bi kêfxweşî direvin aliyê balafirê. Wezîr Avci der barê wêneyê de got ku ew kêliya ku xebatkarên serqonsolosxaneyê anîn Tirkiyeyê ye. Ez vê wêneyê hildibijêrim.
Wezîr Avci di kategoriya "jiyan"ê de jî wêneya Metîn Aktaş a bi navê "Li Pakistanê penaber" hilbijart. Di wêneyê de 3 zarokên keç ên ku ji operasyonên artêşa Pakistanê yên ku dibir li ser milîtanên Talîbanê yên li sînorê Efganistanê direviyan û li kapma penaberan a li herêma Bannûyê hatin bicîkirin, hene. Avci diyar kir ku mijara penaberan li her derê cîhanê di rojevê de ye û ji ber wê ez van zarokên xweşik hilbijêrim.