Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz bû mêvanê Maseya Fînansê ya AAyê û li wir beşdarî dengdana ku dê "Wêneyên Sala 2013an" ya Anadolu Agencyê diyar bike, bû.
Wezîr Yilmaz yek bi yek li wêneyên ku ji bo dengdanê di kategoriyên nûçe û jiyanê de hatin pêşkêşkirin, nêrî û di nav 22 wêneyên serkeftî de yên ku eciband, îşaret kir.
Cevdet Yilmaz di kategoriya "Nûçe"yan de wêneyê Eyuphan Kiliç yê ku mijara wê "Li bajarê Heleba Sûriyeyê, mineraya Mizgefta Emewiya dîrokî bi gulebarana topan hilweşiya" û serenava wê jî "Mizgefta Emewiyê Hat Bombekirin" e, hilbijart.
Yilmaz di kategoriya "jiyan"ê de wêneyê Ezz Zanoon ya bi mijara "Salah el-Wadiyye yê ku li herêma Ez-Zeytûna rojhilatê Xazeyê dijî, bi sê jin û 19 zarokên xwe re li mala ku ji 2 odeyan pêk tê û bi teneke û parçeyên qûmaşê hatiye çêkirin û li ber hilweşînê ye, têkoşîna jiyanê dide" hilbijart. Serenava wêneyê " Li Xazeyê Ji Bo Jiyanê Li Ber Xwe Dide" ye.
Di dengdana wêneyê salê de wêneyên ku li weşanên girîng yê çapemeniya cîhanê yên wek Huffîngon Post, Washington Post, New York Tîmesê jî deng vedan jî, cî digirin. Di nav wêneyan de wêneyên wekî bûyerên Geziyê, Bobelata Filipînê, Teqîna li Reyhanliyê, wêneyên Hecê û drama li Xazeyê yen ku bandor li ser rojeva Tirkiye û cîhanê kirin, cî digirin.