İbrahim Atmaca
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 31 Gulan 2018
BÎNGOL
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û namzedê parlamenteriyê yê Bîngolê yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz got, "Em ji aliyekê va aboriya xwe mezin dikin, ji aliyekê va hewl didin ku nîmetên aboriyê li hemû civatê bela bikin. Em ji vê ra dibêjin edaleta civakî û dewleta civakî. Berê ev yek li ser kaxiz hebû. Hedîseyeke ku biduruşmeyan dihat berzkirin bû. Lê di nav 16 salên dawîn da, dewleta civakî veguherî rastiyê."
Bi tevkariya Şaredariya Bîngolê û Komeleya Karsazên Sanayîkar a Laleliyê li ser kolana Gencê bi beşdariya 6 hezar kesî va fitar hat vekirin.
Yilmaz di bernameyê da axivî û diyar kir ku înşeallah bi wesîleya meha remezanê va kesên ku ji hev xeyîdîne li hev werin, werin bal hev, biratî, yekîtî û pevrabûna me xurtir bibe.
Yilmaz wiha dewam kir:
"Em ji aliyekê va aboriya xwe mezin dikin, ji aliyekê va hewl didin ku nîmetên aboriyê li hemû civatê bela bikin. Em ji vê ra dibêjin edaleta civakî û dewleta civakî. Berê ev yek li ser kaxiz hebû. Hedîseyeke ku biduruşmeyan dihat berzkirin bû. Lê di nav 16 salên dawîn da, dewleta civakî veguherî rastiyê. Me demên dawîn da ji aliyekê va seba teqawidên me berî Eydên Remezan û Qurbanê yek eydekî hezar lire îkramiye anî. Me ji bo kalên me yên ku emrê wan ji 65an zêdetir e, lê sîgorteya wan tuneye mehaniya kaltiyê derxist 500 lireyî. Dema ku em hatin ev tenê 25 lire bû û vê gavê 20 qat zêde bûye."
Walî Alî Manti, Alîkarê Wezîrê Pêşketinê Yusuf Coşkun, Cîgirê Şaredar Halîm Sugu, namzedên Parlamenteriyê yên Bîngolê yên AK Partiyê Feyzî Berdîbek, Zekî Korkutata, Alîkarê Walî Cevat Gun, êtîm û welatî beşdarî bernameya fitarê bûn.