Zeynep Rakipoğlu
08 Adar 2023•Rojanekirin: 09 Adar 2023
Googleê ji bo Roja Jinan ya Cîhanê ya 8ê Adarê "doodle"a taybet amade kir.
Googleya ku ji bo rojên taybet û kesayetên girîng di rûpela xwe da weke doodle pêşkêş dike, Roja Jinan ya Cîhanê ya 8ê Adarê ji bîr nekir.
Gava malpera Googleê tê vekirin logoya ji bo îro hatiye amadekirin tê dîtin. Di dîmenê da ji gelek pîşeyan jin hene û gava dîmen tê tikandin peyama "Em îro di Doodleya salene da Roja Jinan ya Cîhanê ya 8ê Adarê pîroz dikin" derdikeve û konfetiyên bi rengê binefşî hene.
Di sepana Doodleê da ji bo dewletên dinyayê rojên girîng û betlaneyê, bûyerên çandî û dîrokî û kesayetên girîng hene. Gava logoya taybet bê vekirin hûrgiliyên der barê mijarê da derdikevin.