Hemn Baban
18 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2017
BEYRÛD
Şirketa telefonê Nokiayê modêla xwe ya nû bi navê "NOKIA 8" bi taybetmendiyên wek wênegirtin, qeydkirina vîdeoyê, cotkamera li pêş û paş da nasandin.
Şirketa Nokiayê, li Beyrûda paytextê Libnanê bernameyek ji bo nasandina modêla xwe ya nû ya telefona destî NOKIA8ê saz kir.
Şirketa Nokiayê ji bo li Rojhilata Navîn bi tevahî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî tora xwe ya xebatê berfireh bike bi rêya fîrmaya HMDê amadehiyê dike ku modêla xwe ya nû di meha Çiriya Paşîn a îsal de derxîne bazaran.
Di modêla nû ya telefonê de çend xeslet hatine zêdekirin û sêwirandineke cuda hatiye bikaranîn.
Rêveberê Şirketa HMD li Rojhilata Navîn û Îranê Patrick Herb der barê projeyê de ji bo peyamnêrê AAyê re axivî û wiha got:
"Nokia di bazara telefonên destî de faktoreke mezin û binavûdeng e. Ev çend sal in şirket xwedî vî navûdengî ye û her diçe ev mezintir dibe. Em niha berhema xwe ya nû radigihînin û di meha Çiriya Paşîn a vê salê de wê bikeve piyaseyê. Hem li Rojhilata Navîn, hem jî li Iraq û Herêma Kurdistanê."
Li ser rola Nokiayê li Iraqê jî Herb wiha agahî dan:
"Nokia, li Iraqê tê hezkirin û naskirin. Lewra xesletên wê yên pir baş hene, bihêz e û bi asanî tê bikaranîn. Lê belê kêmasî di androidê de hene. Niha me 8 android li Nokiayê zêde kirine. Me tiştên pir baş li vê berhemê zêde kirine. Em wisa bawer in ku dê reqabeteke baş bike digel yên din. Hêviya me ew e ku em di 3 salên bê de bibin markeya yekem di telefonê de."
Der barê xesletên android ên Nokiayê de jî wiha nirxandin kir:
"Îro android di hemû markeyan de heye û taybetmendiyên wan nêzîkî hev in. Lê belê hin xeslet di Nokiayê de hene ku ev li şirketên din peyda nabe. Wek nimûne em androida xwe ji Googleê werdigirin û li ser amûrê bar dikin. Ev çima giring e? Lewra şirketên din androidê werdigirin û soft werî dixine ser, bernameyên daxistinê jî li gor wê îş dikin. Dema ku tu amûrê vedikî hafize yekser diçe. Lê ya me wisa nîne, berdewam kar dike û her daîm di pêleke berê de dimîne. Tu dikarî kar li ser bikî. Herwiha tu dikarî bi kamera paş ve dîmen qeyd bikî û bi ya pêş foto bikişînî."
Şirketa bi navê HMD Global sala 2016an li Fînlendiyayê çêbûye û li 35 welatan ji 500î zêdetir xebatkarên wê hene.