Nihat Kavşut
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
ANKARA
Komîsyona Tesbîtkirina Miaşê Herî Kêm ku ji karker, karsaz û nûnerên hikûmetê pêk tê ji bona eşkerekirina miaşê herî kêm yê di 2019an da wê civîna ewil 6ê Kanûn roja Pêncşemê bike.
Hevdîtina eşkerekirina miaşê herî kêm ku qederê 7 milyon xebatkarî eleqedar dike wê di mazûvaniya Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî da bê kirin.
Komîsyon wê di serokatiya Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê da bicive û xebatkaran Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ya Tirkiyeyê (Turk-Îş) û karsazan jî Konfederasyona Sendîkayên Karsazan ya Tirkiyeyê (TÎSK) temsîl bike.
Di civînê da wê nûnerên karsaz û karkeran daxwaz û pêşniyazên xwe pêşkêş bikin.