Haydar Şahin
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Li gor daneyên Navenda Kartan a Navbankeyî (BKM) di festivala danûstandinê ya di îna 4an a mijdarê da tê kirin û ji bo wê dibêjin "Îna Muhteşem" da bi katên bankeyan 3,4 milyar lire danûstandin hat kirin.
BKMyê daneyên 23yê mijdarê roja înê eşkere kir. Li gor vê di festivala danûstandinê da mixazeyan bihayê gelek amûran daxist û firsend dan kiryarên xwe. Bi taybetî bankeyan li Tirkiyeyê kampanya kirin û ji bo bikahêneran firsend zêde kirin.
Li gor daneyên BKMyê, danûstandina di 23yê mijdara îsal roja danûstandinê da li gor heman roja sala par ji sedî 38 zêde bû û derkete 3,4 milyar lireyî. Di 23yê mijdarê da bi 2 milyon kartên cuda li ser înternetê danûstandin hat kirin.
Ji sedî 5ê kartên di Îna Muhteşem da hatin bikarnanîn cara ewil di danûstana înternetê da hatin xebitandin. Hejmara van kartên teze hatin xebitandin jî 110 hezar e.
- Ji 3 danûstandinên bi kartan yek li ser înternetê ye
Danûstandina li ser înternetê hat kirin li gor heman heyama sala par ji sedî 68 zêde bû derkete 975 milyon lireyî. Peredayîna li ser înternetê rekor bi dest xist û derkete ji sedî 29an. Ji 3 danûstandinên bi kartan yek li ser înternetê ye.
Ji sedî 62 yê 975 milyonê li ser înternetê hat dayîn ji bo amûrên elektronîk, kinc û sektorên rêhawayê hat xerckirin. Li gor vê rêjeyê 602 milyon lire ji bo amûrên elektronîk, kinc û sektorên rêhawayê hat dayîn.
- Herî zêde li Îdirê ser înternetê pere hat dayîn
Li her aliyên Tirkiyeyê xêrîdaran îmkan dîtin ku li ser înternetê danûstandinê bikin. Ji ber ku serjimara Stenbolê qerebalix e ji sedî 36ê xêrîdarên li ser înternetê danûstandinê kirin li Stenbolê ne. Dema li daneyên danûstandina li ser înternetê mêze dikin ku herî zêde ji Îdirê xêrîdaran amûr ji înternetê kirîne.