Ûygûr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bandoreke erênî li aborî û vebehênan kir.
Ûygûr got ku di aboriyê de hin pêşveçûyîn hene û wiha axivî: "Pêvajoyê çareseriyê him li herêmê rê li ber veberhênan vekir û him jî rewşa nediyar ji holê rabû û ev jî bandoreke erênî li aboriyê dike."
Ûygûr bi bîr xist ku pêçveçûyîna herêmê û welêt bi hev ve têkildar e û wiha axivî: "Piştî vê pêvajoyê bandoreke erênî li ser aboriyê çêbû. Li Tirkiyeyê rewşa nediyar ji holê radibe û bûyerên tundiyê kêm dibin, helbet ev jî bandoreke erênî li tûrîzmê û veberhênan dike. Ji ber vê sedemê jî hêvî û daxwaza me ew e ku wiha bidome û dê wê hingê bandoreke erênî çêbibe."