Merve Özlem Çakır
13 Sibat 2022•Rojanekirin: 14 Sibat 2022
Daxistina KDVyê ya di xidayê da dê di hemû baqliyayetên wekî nok û savar û her wiha av, çay, şekir, xwê, rûnên rehn û hişk, goştê sor û yê spî, masî, şîr, mast, penêr, mamaya bebikan, maqirne, zeytûn û berhemên ji van tên çêkirin da derbasdar be.
Biryara Serokomariyê ya li ser mijarê îro di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Bi biryara navborî va berhemên ku Baca Xerîdariya Taybet jê tê sitandin ên wekî ava fêkiyan, kola û xerzê masiyan ne tê da, hemû baqliyayetên wekî nok û savar û her wiha av, çay, şekir, xwê, rûnên rehn û hişk, goştê sor û yê spî, masî, şîr, mast, penêr, mamaya bebikan, maqirne, zeytûn û berhemên ji van tên çêkirin, dikevin ber daxistina KDVyê.
Ji xeynî van alavên xidayê yên wekî hêk, kartol, pîvaz, îsot, tametêz, xiyar, fêkî, konserve, tirşîn, ava bacanên sor, reçel, hingiv, dims, helew, çîqolete, loqim, piskivêt, kraket, gofret, paste, kek, peqlewe, girika pehnkirî, şehriye, findiq, gûz, fistiqê Entabê, dendikê behîvan, baharat jî ji wan berheman in ku dikevin ber daxistina KDVyê.
Tê pêşbînîkirin ku daxistina KDVyê bandorê li bihayên xidayê bike.
Bi vê xebata di çarçoveya hêsankirina KDVyê va barê enflasyona di xidayê da ya li ser xerîdaran jî dê siviktir be.