Ferizat Kaya
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
ADANA
Li Sariçama navçeya Edeneyê di xeta boriya petrola xam da şewat derket, tê texmînkirin ku şewat ji ber kesên ku dixwestin petrolê bidizin derket. Şewat pêşiya ku mezin bibe hat vemirandin.
Welatiyên taxa Baklaliyê dema dîtîn li erdê ku xeta petrola xam a Kirikkale-Ceyhanê derbas dibe şewat derket bangî ekîbên agirkujiyê kirin.
Şewat ji aliyê ekîbên agirkujiyê yê Şaredariya Mezin ê Edeneyê û BOTAŞê ve hat vemirandin.
Di lêkolînan da li cihê bûyerê kablo û aku hat dîtin. Tê texmînkirin ku şewat ji ber kesên ku dema li ser boriyê vana qaynax dikirin derket. Der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.