Haydar Şahin
09 Gulan 2019•Rojanekirin: 10 Gulan 2019
Qirama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û di asta 254,7 lireyî da sekinî.
Duh ji ber zêdebûna dolar bihayê qirama zêr zêde bibû û li gor roja beriya xwe ji sedî 0,2 biha bibû û roj bi 254,6 lireyî temam kiribû.
Qirama zêr îro jî bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 10.50yî pê va li gor duh hinekî zêde bû û derkete 254,7 lireyî. Li Bazara Mezin a Stenbolê zêrê çaryek bi 420 lireyî, zêrê cumhuriyet bi 1,701 lireyî tê firotin.
Li piyaseyên Asyayê bihayê onsa zêr di asteke sabît a erênî da dewam dike û nika ji sedî 0,1 zêde bû û bi 1.283,10 dolarî tê firotin.