Nihat Kavşut
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
ANKARA
Rafîneriya Starê ya li Alîagaya Îzmirê hat vekirin bi biryara ku di Rojnameya Fermî da derket li Tirkiyeyê wek herêma endustriya taybet ya ewil hat îlankirin.
Di daxuyaniya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê da hat destnîşankirin Rafîneriya Starê ya li Îzmir-Alîagayê hat vekirin bi biryara Serokomar wekî herêma endustriya taybet ya ewil ya Tirkiyeyê hat îlankirin.
Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê diyar kir veberhênana Socar Turkey Enerjî AŞyê ku tê texmînkirin bigihêje 2 milyar dolarî bêyî ku bikeve ber astengiyên burokratîk wê pêk were.
- "Rafîneriya Starê wê ferqa ticareta derva 1,5 milyar dolar kêm bike"
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir Rafîneriya Starê li Tirkiyeyê veberhênana sektora reel ya herî mezin e ku li ser qadekê hatiye avakirin.
Mustafa Varank diyar kir berhemên dîzel, sotemeniya jetê, nafta, LPG û petro koka ku wê li Rafîneriya Starê bê hilberîn wê ferqa di ticareta wan ya derva da salane 1,5 milyar dolar kêm bike.
Varank destnîşan kir ji bona hilberînên biqîmet, derfetên îstixdamê û hevsengiya dayîn û sitendinê girîngiyeke mezin didin veberhênanên petro kîmyayê.