Nihat Kavşut
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Berhemên dîzel, sotemeniya jetê, nafta, LPG û petro koka ku wê li Rafîneriya Starê bê hilberîn wê ferqa di ticareta me ya derva da salane 1,5 milyar dolar kêm bike."
Varank di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir Rafîneriya Starê li Tirkiyeyê veberhênana sektora reel ya herî mezin e ku li ser qadekê hatiye avakirin.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank diyar kir berhemên dîzel, sotemeniya jetê, nafta, LPG û petro koka ku wê li Rafîneriya Starê bê hilberîn wê ferqa di ticareta wan ya derva da salane 1,5 milyar dolar kêm bike.
Varank destnîşan kir ji bona hilberînên biqîmet, derfetên îstixdamê û hevsengiya dayîn û sitendinê girîngiyeke mezin didin veberhênanên petro kîmyayê.