Nihat Kavşut
17 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Hilberîna pîşesaziyê di meha Gulanê da jî li gor texmînan zêde ye û zêdebûna xwe didomîne."
Varank der heqê daneyên hilberîna pîşesaziyê yên meha Gulanê da axivî.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank destnîşan kir hilberîna pîşesaziyê di meha Gulanê da jî li gor texmînan zêde ye û zêdebûna xwe didomîne.
Mustafa Varank destnîşan kir piştî hilbijartinê nediyarî ji holê rabû û got di demeke kurt da ev rewş wê rê li ber zêdebûna veberhênanê veke.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank eşkere kir li gor daneyan di çaryeka duyem ya salê da jî aborî bi serkêşiya hilberîna pîşesaziyê mezin dibe.