Ferizat Kaya
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
NEW YORK
Şirketa vejenê ya mezin Royal Dutch Shella ku ji sedî 50 hevparê Motiva Enterprisesa xwediyê Port Arthurê ye, daxuyanî da û ragihand ku Port Arthur dewrî Siûdî Aramcoyê kirine.
Li gorî vê daxuyaniyê, rafîneriya petrolê ya herî mezin ya Amerîkayê Port Arthur ku rojane kêm zêde 600 warîl petrolê derdixe û 24 termînalên belavkirinê yên li herêmê dewrî şirketa Pertolê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî Aramcoyê bûn.
Her wiha hat ragihandin ku rafîneriyên Norco û Convent yên li eyaleta Louisianayê û 11 termînalên belavkirinê dewrî fîrmaya Royal Dutch Shellê kirine.