Haydar Şahin
21 Gulan 2020•Rojanekirin: 21 Gulan 2020
Warêla petrola brent duh derket 36,46 dolarî û dû ra bi 35,75 dolarî roj temam kir. Warêla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.20î pê va li gor duh ji sedî 2,40 zêde bû û derket 36,61 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 34,31 dolarî hat firotin.
Îdareya Enformasyona Vejenê ya Amerîkayê (EIA) diyar kir ku stoqa petrola xam a ticarî ya li welêt 5 milyon hezar warêl (ji sedî 0,9) kêm bû û dakete 526,5 milyon warêlî. Hêviya piyaseyê ew bû ku stoq 1,1 milyon warêl zêde bibe. Hefteya borî jî stoqa petrola xam 700 hezar warêl kêm bibû.
Bi vî awayî stoqa petrola xam a bazirganiyê ya welêt 15 hefteyan li ser hev zêde bû û paşê du caran li ser hev kêm bû.
Stoqa petrola xav a ticarî ya Amerîkayê kêm bû li ser vê li piyaseyê bihayê petrol zêde bû.
Pispor dibêjin hevkariya kêmderxistina petrolê ya welatên endamên OPECê û welatên endamê OPECê nînin kêrî bihayê petrolê hat û biha zêde bû.