Ekip
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî der barê rêjeya îxracata Tirkiyeyê de got: "Di 10 mehên ewil ên îsal da îxracat li gor heman dema par ji sedî 10,36 zêde bû û gihîşte 129 milyar û 75 milyon dolarî."
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî di bernameya Hefteya Îxracata Tirkiyeyê ya bi kordînasyoniya Wezareta Aboriyê ji aliyê Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê hat lidarxistin de axivî.
Tufenkçî got îxracata Îsal heta niha 13 milyar û 943 milyon dolar bûye.
Wezîrê Ticaret û Gumrukê li ser mijarê wiha axivî:
"Li gor daneyên me meha cotmehê îxracat li gor heman meha par ji sedî 9 zêde bû û derket 13 milyar û 943 milyon dolarî. Zêrê qalib jî di nav da ye."
Tufenkçî got "Di 10 mehên ewil ên îsal da îxracat li gor heman dema par ji sedî 10,36 zêde bû û gihîşte 129 milyar û 75 milyon dolarî."