Kiliç daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Iraq yek ji bazarên herî mezin a Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn e, bûyerên şîdetê yên ku di van demên dawîn de zêde bûn, bandoreke neyînî li ser bazirganiya di navbera her du welatan de kir.
Kiliç destnîşan kir ku rêya bazirganiya Akdenîza Rojhilat, Rojhilatê Anadoluyê û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê girêdayî xeta Iraqê ye û wiha axivî: "Îro her çiqas îxracata me ya li ser Almanyayê di rêza yekem de be jî îthalata me zêdetir e. Niha iraq di rêza duyemîn de ye lê ji ber ku îthalata me ya bi Iraqê re tune ye, ew îxracata me ya ku em bi Iraqê re dikin bi temamî wekî pereyê neqdî tê welêt. Ev rewşeke gelekî girîng e. Temamiya Anadoluyê dê bimîne di bin bandora pevçûnên li Iraqê."
Kiliç destnîşan kir ji ber ku têkiliyên bazirganiyê yên bi Iraqê re wekî pereyê neqdî vedigere welêt, heke aloziya li welêt berdewam bike dê îxracat kêm bibe û ev yek jî bandoreke neyînî li ser kêmasiya heyiya Tirkiyeyê bike.
-Jimara wesayîtên ku ji Xabûrê re derbas dibin nîve nîv kêm bûn
Kiliç got ku li gor reqemên 2013an bi Iraqê re 12 milyar dolar îxracat hatiye kirin, armanca wan ew e ku di demek kurt de di îxracatê de ji Almanyayê biborin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îxracata me ya bi iraqê re piştî derketina bûyeran kêm bû. Rêyên ku ji bakurê Iraqê diçin başûrê Iraqê girtî ne. Malên me li Zaxê û Hewlêrê li depoyan valakirin. Rê venebûn û ji ber wê yekê jî depo çije bûn. Îxracatkerên me bi fikar in. Ji Xabûrê rojane 2 hezar û 150 wesayît diket û derdiket lê niha ev jimar ketiye hezar û 100î. Heke wiha berdewam bike dê hêj bêtir kêm be."