ANKARA
Serok û Sekreterên Giştî yên heyetên Merivên Aqilmend, piştî xebatên bi qasî 3 mehan berdewam kiribûn bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re civiyan. Di raporên wan de hat diyarkirin ku piştgiriya ji bo pêvajoyê hingî diçe zêde dibe, gel çavnihêriyê makezagona sîvîl e, dixwaze ku rewşeke bê pevçûn û xwîn pêk bê û pêvajo bê navber berdewam bike.
Di rapora Merivên Aqilmend ya Heyeta Başûrê Rojhilatê Anadoliyê de qala rabirduya dîrokî ya vê pirsgirirêkê hatiye kirin, pêşnîyaz û daxwaza kes û saziyên pê re hevdîtin hatine kirin di raporê de cih girtiye û teklîfên wanê ji bo çareseriyê hatine neqil kirin.
Rapor 38 rûpel e û ji 7 beşan pêk tê. Hatiye diyar kirin ku ev pirsgirêka Tirkiyeyê ya ku bi salan e berdewam dike û ji ber polîtîkayên heya nika, hingî çûye çareserî dijwar bûye. Lê ev pêvajoya çareseriya aştîyê ya ku di civakê de kelecaneke mezin pêk aniye, tenê bi rê û rêbazên aştiyane dikare çareser be. Ev kar ne tenê li ser milê aktorên eleqedar e, di nav rojeva hemû civakê de mijara serke ye.
Dîsa di raporê de hatiye kifşkirin ku hawirên xwedî nasnameyên îdeolojiyên cihê cihê, di vê meseleyê de heman tiştan dibêjin û heman nirxandinan dikin û daxwazên wan yek in û di raporê de cih dane vê hevokê: "Kurdên li herêmê, ji bo ku li welatê hevpar Tirkiyê wekî hemwelatiyên azad û wekhev, di nav aştî û yekîtiyê de bijîn xwedî îradeyeke xurt in."
"Ew fikarên behsa wan hatine kirin di derheq hebûna pêvajoyê bêtir, ji ber îhtimala rawestana pêvajoyê pêk tên. Ji hestên hevpar yek jî bêsebrî ye. Li hemû deveran tê dîtin ku ji bo pêvajo bi lez û bez bimeşe kelecan û bêtebatiyek heye. Qenaetekî giştî jî heye ku gavên islahker yên hikumetê bi pêkutiyên burokratîk tên rawestandin û astengkirin û her kes dikare di derheq astengkirinan de meseleyekê bêje."