Serokwezîr Ahmet Davutoglu der heqê pêvajoya çareseriyê dewiha got: "Em bi biryar in ku Pêvajoya Çareseriyê bigihînin merheleyeke çêtir."
Serokwezîr Davutoglu li Balafirgeha Esenbogayê, der barê rojeva lijneya wezîran de agahî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rojnamegerekî got: "Heyeta HDPyê ya Îmraliyê di mijara pêvajoya çareseriyê de piştî ku ji Qendîlê vegeriya, di daxuyaniya ku wan dan de wisa tê fehm kirin ku çekan bernadin. Ji bo ku pakêta Ewlehiyê ya Navxweyî jî paşve bê kişandin daxuyanî hat dayîn, gelo hûn ji bo van çi difikirin?"
Li ser vê pirsê Davutoglu jî diyar kir ku pêvajoya çareseriyê demokrasiyê derdixe pêş û wiha pê de çû: "Dema ku siyaseta demokratîk hat pejirandin di vê pêvajoyê de cihê çekan tuneye, tundî û teror tuneye. Ji her du aliyan yek heke ku aştiyê dixwaze divê dest ji çekan û çanda tundiyê ber de. Li Tirkiyeyê demokrasî baş bi cih bûye û herkes dikare daxwazên xwe di çarçoveya hiqûqa asayî de bîne ziman. Derfeteke wiha heye û ew kesên hê jî ji çekan tiştan hêvî dikin û xwediyê vê fikrê ne di mijara Pêvajoya Çareseriyê de ji dil nînin."
Davutoglu ragihand ku ew dikarin li ser van mijaran xeberbidin û ji bo vê yekê jî amadene û wiha pê de çû: "Lê heke ku pergalake biçek wek rêbazekê bê pejirandin û pêvajoya çareseriyê jî di nav xwe de bihewîne, ev nayê qebûlkirin û li vê derê meriv nikare qala samîmiyetê bike. Di vê mijarê de tevgera me aşîkar e. Em bibiryarin ku pêvajoya çareseriyê bigihînin merheleyeke çêtir. Ji bo vê jî civak piştgiriyeke mezin dide. Dorhêla psîkolijîk û civakî niha amadeye. Ji bo tiştên ku hewce dike bên kirin jî divê herkes gavên ku lazim dike biavêje."
"Ev bûyerekî hovane ye. Em hemû êşa kuştina wê xwendekarê dikşînin. Ozgecan qîza me hemûyan e. Ji ber vê yekê ev mesele meseleya me hemûyan e, em hemû di bin bandora vê bûyerê de man. Di vê mijarê de tu cezakirin têrê nakin. Lewra em qala sûcekî ku derî wicdanê mirovahiyê ye dikin. Lê belê dozgeriya me, daraza me ya Tirk dê li gor rêzikên hiqûqê cezayê herî giran bide kujeran. Bila tu kes nekeve nav gumanan. Biryara dawîn dê daraz bide."
Davutoglu li ser pirsa vesazkirinên di der barê sûcên cînsî û dest dirêjiyê de wiha got:
Serokwezîr Davutoglu der barê Ozgecan Aslan de jî wiha got: "Li vir qala cezayê muebbetê tê kirin. Li gor vê cezayê sucdar nayê daxistin û sûcdar 36 sal cezayê muebbetê dixwe. Di nav vî cezayê de cezayê hucrê jî heye. Dibe ku fikr û ramanên raya giştî cuda bin; lê belê li gor rêzikên hiqûqê em ê van êrîşkaran ceza bikin û heqê van êrîşkaran cezayê herî giran e. Di Lijneya Wezîran de, hemû wezîran jî li ser vê mijarê li hev kir. Em bawer in ku di vê mijarê de çi hewce bike dê daraza me cih bîne."