Türkan Tosun
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
ELAZIG
Li Gulluceya gundê Paluya navçeya Elezîzê jinên gund genimê xwe destar dixin û dikin savar.
Destarên ku bi sedsalan in ji bo hêrandina genim û xoyê tên bikaranîn piştî ku makîne û aş derketin, di çandiniyê de pêşketin çêbû êdî hatin jibîrkirin.
Lê jinên Gulluceya gundê Paluya navçeya Elezîzê hê jî destarên ji bav û kalan mane dixebitînin.
Jinên gund genimê xwe yên ku bi xwe çandiniya wê kirine destarê dixin û dikin savar.
Destar ji ber ku giran e jin alîkariya hevdu dikin û wisa genimê xwe dihêrin.
Savarê ku ji destar derdikeve bi bêhn û tahma xwe va keda jinan nîşan dide.
- "Êdî savarê malan nema"
Fîlîz Cîrîta (37) dayika 4 zarokan ji nûçegihanê AAyê ra got jiyana gund zehmet e, lê xweş e jî.
Cîrît got ew sebze û genimê xwe bi xwe diajon, şîr, penêr û rûnê xwe jî ji heywanên xwedî dikin bi dest dixin.
Ji bo hêrandina genim a bi destarê jî Cîrît wiha axivî: "Em genimê xwe bi awayekî organîk bi dest dixin. Em paşê him savarê gir û him jî savarê hûr ê ji bo kifteyan çêdikin. Ji bo savar em carekê dihêrin. Lê ji bo kifteyan em du caran dihêrin. Savarê ku em li malê çêdikin ji yê li marketan tê firotan xweştir e. Êdî savarê malan nema. Ji ber ku em gund dijîn em bikêf û coş li mala xwe çêdikin."
Cîrît got destar ji bav û kalên wan yadîgar e, roja hêrandina genim jin tên bal hev û alîkariya hevdu dikin û wiha axivî: "Em him savar dihêrin, him jî sohbetê dikin û him jî çaya xwe vedixwin. Em govenda xwe jî digrin. Zarokên me jî ji me hîn dibin. Dibînin ka çêkirina savar çiqas zehmet e, jiyana gund çawa zehmet e."
- "Zehmet e lê bi tahm e"
Guler Cîrîta 55 salî jî got ew xebitandina destarê ji dê û xwesiya xwe hîn bûye û wê jî hînê qîza xwe kiriye.
Cîrît wiha axivî: "Em genim dikelînin, zîwa dikin û paşê li aş dihêrin. Paşê em hildibijêrin û paqij dikin. Zehmet e, lê bi tahm e."