Önder Beyter
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
MARDÎN
Eleqeya tûrîstan a ji bo Midyada navçeya Mêrdînê ku bi dîrok û çanda xwe va wekî muzeyeke servekirî ye, roj bi roj zêde dibe.
Ev navçeya dîrokî ku di dîrokê da bi navê xwe yê Suryanî "Matîate" (bajarê şikeftan) tê zanîn, bi xan, xanî, mizgeft, dêr û manastirên kevir ên bi hezaran salî va atmosfereke newaze radixe ber tûrîstan.
Li navçeyê li avahiyên dîrokî yên wekî Mizgefta Cevat Paşa, Mizgefta Haci Abdurrahman, Mizgefta Mezin, Manastira Dêra Umur, Manastira Mor Gabrîel, dêrên bi navê Mor Smunî, Mor Barsavmo, Mor Aksanoya, Mor Sabrel, Dayika Meryem, Mor Abraham, Dêra Protestanan, muzeya şikeftê û Mala Mêvanên Dewletê, tûrîst adeta derdikevin geşteke dîrokî.
Roj bi roj tûrîstên biyanî û xumalî yên ku tên dîtina vê navçeya ku rawestgeha dîn û mezhebên cuda yên wekî Îslamiyet, Xirîstyanî û Êzdîtî û herwisa zimanên ji hev cihê yên wekî Tirkî, Kurdî, Erebî û Suryanî ye, zêdetir dibe.
Dîsa piştî ku aramî û ewlehî hat edilandin par 600 hezar û îsal jî di 8 mehan da qedera milyonek tûrîstî seredana navçeya Midyadê kirin.
Qaymeqamê Midyadê Huseyîn Tekîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ji berê da li navçeyê însanên ku bawerî, ziman û çanda wan ji hev cuda ye, li kêleka hev jiyana xwe derbas dikin.
Tekîn bal kişand ku yên meraq dikin ka gelo însanên ji bawerî û çandên cuda çawa dikarin bi hev ra bijîn bibînin, divê bên dîtina Midyadê û wiha dewam kir:
"Xelkê navçeyê ku bawerî, ziman û çanda wan ji hev cuda ye, rêzê nîşanî hev didin, qîmetê didin hev û herwiha di rojên taybet da hevdu bi tenê nahêlin û diçin ziyareta hev. Herwiha divê ez destnîşan bikim ku hejmara tûrîstên ku tên dîtina Midyada navenda şaristanî, hezkirin, xweşbînî û aştiyê zêde dibe. Em hêvîdar in ku ev hejmar zêde bibe. Îro Stenbol û Enqere çiqas ewle be, Midyad jî ewçend ewle ye."
Midûrê Çand û Tûrîzmê yê Parêzgehê Alaadîn Aydin jî diyar kir ku Midyad bi mizgeft, dêr, manastir û qonaxên xwe yên dîrokî bala tûrîstan dikişîne.
Aydin bal kişand ku ji sedî 25ê qonaxên Mêrdînê li Midyadê ne û lewma jî tûrîstek dema tê Mêrdînê, dixwaze biçe û Midyadê jî bibîne.
Aydin bal kişand ku rêjeya tûrîstên ku tên dîtina Midyadê radibe û di vê çarçoveyê da jî çêkirina otêlên nû li navçeyê berdewam in.