Ferizat Kaya
02 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2017
ŞANLIURFA
Di çarçoveya namzediya UNESCOyê de li ser rêya qada arkeolojiyê ya Gobeklîtepeya Şanliurfayê, xebatên asfaltkirinê dest pê kirin.
Hat ragihandin ku Civîna Komîteya Mîratên Dinyayê ya 42emîn dê di sala 2018an de li Tirkiyeyê bê kirin, ji bo Gobeklîtepeya namzeda UNESCOyê, têkeve lîsteya mîratên dinyayê xebat dewam dikin.
Li Şanliurfayê, perestgeha herî kevn ya dinyayê, li qada 18 kîlometre dûrî navendê, cih digire. Di çarçoveya namzediya UNESCOyê de xebatên sazî û dezgeyên giştî dewam dikin.
Şaredariya Mezin ya Şanliurfayê di çarçoveya amadehiyan da dest bi xebata asfaltkirina rêya diçe qada arkeolojiyê kir.
Cara ewil di sala 1963an de, lêkolerên zanîngehên Stenbol û Chicagoyê di xebatên arkeolojik de rastî qada dîrokî hatin. Ji sala 1963an heta niha li Gobeklîtepeyê xebatên arkeolojiyê dewam dikin.