12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Serokê Giştî yê Partiya Emek a Gel (HEP) ê berê Ferîdun Yazar mir.
Li gor agahiya ku hat hildan, Yazar (72) ji ber penceşêra pişikê li beşa nexweşên giran ya Nexweşxaneya Ankara Guvenê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Cinazê Yazar sibê li Şanliûrfayê piştî merasimekê ê were definkirin.
Yazar heyamekê Serokatiya Şaredariya Şanliûrfayê jî kiriye û di heyama 26em da, ji HDPê bibû namzedê parlementeriyê yê Şanliûrfayê.