Fatih Gazioğlu
09 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2019
Yêmeniyên tîmên folklorê yên ku li Adiyemanê tên çêkirin eleqeyeke mezin dibînin.
Li bajêr ji hêla Navenda Perwerdeya Gel kursa yêmeniyan hat vekirin. Li kursê niha 16 kes perwerdeyê dibînin. Dersa çêkirina yêmeniyan ji hêla Mehmet Baltaci va tê dayîn.
Yêmeniyên li kursê tên çêkirin ji tîmên folklorê yên ji gelek bajarên Tirkiyeyê ra tên şandin.

Hosteyê yêmeniyan Mehmet Baltaci daxuyanî da nûçegihanê AA û got ku armanca wan ew e ku ev huner bijî û wiha axivî:
"Yêmenî piranî di rêzefîlman da û ji hêla tîmên folklorê va tên bikaranîn. Bi piranî em yêmeniyan ji bo tîmên folklorê dişînine Mêrdîn, Mûş, Diyarbekir û Elezîzê. Yêmeniyên me eleqeyeke mezin dibînin. Ji gelek ciyan sîparîş tên."
Baltaci got ku wî di 8 saliya xwe da dest bi vî karî kiriye û ev 45 sal e dixebite û wiha dewam kir:
- "Ji piyan bêhn nayê û zehf rehet in"
"Ez ji karê xwe gelekî hez dikim. Min beriya vê ji bo fîlma Truwayê jî çarix çêkiribûn. Ez yêmeniyekê di 3 rojan da çêdikim. Em van pêlavan ji çermê heywanan çêdikin. Ji ber vê pir rehet in û ji piyan bêhn nayê. Ez mehê 30 û 45 cot yêmenî çêdikim. Em van yêmeniyan di navbera 150 û 350 lireyî da difiroşin. Bi piranî jin eleqeyê nîşanî vê pêlava çerm didin lê ez ji her kesî ra tewsiye dikim."