Haydar Şahin
02 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
ADIYAMAN
Tê texmînkirin ku şikefta heyama Romaya Rojhilat a di nav sînorê Gergera navçeya Adiyemanê da ji bo ayînên dînî hatiye bikaranîn.
Mehmet Alkanê Midûrê Muzeya Adiyemanê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku îxbar hat gundiyan li Gergerê şikeftek dîtinê li ser vê hatin navçeyê.


Alkan got ku şikeft ji kevirê kirêcê hatiye çêkirin, li pêşiya wê bilindahî 5 mêtre û ber bi paşiyê bilindahî dadikeve, dirêjahiya 12 mêtre ye û wiha pê da çû:
"Şikeft şikefteke tebiî ye. Li aliyê bakur ê şikeftê bi boyaxa sor xaçê Maltayê hatiye xêzkirin û li aliyê jorê jî xaç hene. Ji ber van xaçan meriv dikare bêje ku ev der ciyê ayîna Xiristiyanan e. Di hundirê şikeftê da jî çalên pêşîkêşiyê hene. Şikeft ji heyama Romaya Rojhilatê maye."

Alkan got ji bo tescilkirina şikeftê dest bi xebatan kirin.
Fethî Îzciyê ku herî ewil şikeft dît jî got li şikeftê geriya ye û lêkolîn kiriye û şikefteke zehf cuda ye.
Îzcî got di şikeftê da agir hatiye vêxistin û xaç hene û li gor texmîna wî ev der ciyê ayînê ye û wiha pê da çû: "Di şikeftê da rêça lingan hene. Ev cara ewil e li Adiyemanê şikefteke wiha dibînim. Bi boyaxa sor xaç hatine xêzkirin."