04 Hezîran 2017•Rojanekirin: 05 Hezîran 2017
VAN
Li navçeya Çaldiranê Gruba Şanoyê ya Stenbolê lîstika şanoyê ya bi navê "Pembe di Eslê Xwe da Reş e" lîstin.
Lîstik li Salona Lîseya Anadoluyê ya Çaldiranê hat lîstin û di lîstikê da qala zirarên hişbirê hat kirin.
Qaymeqamê Çaldiranê û Cîgirê Şaredar Tekîn Dundar daxuyanî da û got ku Gruba Balansê ya Şanoyê ya Stenbolê di rojekê da du caran lîstik leyîst.
Dundar diyar kir, di lîstikê da qala zirarên hişbirê hat kirin û wiha dewam kir:
"Hişbir û hemû madeyên ku merivan dikin mubtela, ji bo ciwan, civat û paşeroja me tehdîdeke mezin in. Li welatê me mixabin ciwanên me bûne mubtelayê vê iletê. Ji bo ku ciwan ji hişbirê dûr bisekinin, ji bo jiyaneke sihettir me ev gruba şanoyê tercih kir. Em ê çalakiyên bi vî rengî bidomînin."