Ji ber ku li gor salnameya rûmî îro sersal e, li navçeya Sûrê û li Batmanê sersala rûmî hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya li navçeya Sûrê bi destê Komeleya Çandê ya Dîcle û Firatê hat lidarxistin û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî piştgirî da pîrozbahiyan. Koma ku li vê derê civiya, heta Qonaxa Cemîlpaşa li defê dan û meşiyan.
Kom bi "kalê sersalê" re li mal û kargehên taxê geriyan û pişt re qewlik gotin û sersala welatiyan pîroz kirin. Şêniyên taxê jî pere dan zarokên komê.
Li navenda Batmanê jî hin koman bi vî rengî pîrozbahî kirin. Di çalakiyan de dîmenên balkêş derketin holê.