11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
HATAY
Erdal Atayê Waliyê Hatayê, Adem Yeşîldalê Parlementerê Hatayê yê AK Partiyê û nûnerên dînên cuda ji Cejna Pesahê ya cihûyan kenîşte ziyaret kirin.
Ata di axaftina xwe ya li vê derê da diyar kir ku Hatay xwediyê dîroka bi hezaran salî ye, di dîrokê da ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye.
Ata destnîşan kir ku bi sedan salî dîn, ziman û çandên cuda li bajêr bi hev ra jiyana xwe domandine û bi dostî jiyane û wiha pê da çû:
"Em Cejna Pesahê ya birayên xwe yên cihû pîroz dikin. Ez dixwazim bêjim ku ez ji bo bihevrabûna me kêfxweş im. Tabloya li vê derê zehf ciwan e, bi hev ra pîrozkirina vê cejnê ji bo civaka me peyamake rind e. Em çawa ku bi salan e li vê derê bi hev ra dijîn em ê ji îro şûnda jî bi dostî, aştî û hizûrê va jiyana xwe bidomînin. Hêviya min ew e ku eva biratiya qet xirab nebe."
Adem Yeşîldalê Parlementerê Hatayê yê AK Partiyê diyar kir ku yekîtî û bihevrabûna Hatayê wek abîdeyekê ye, daxwaza wî ew e ku li bajêr vê qewî bikin.
Şaul Cenûdîogluyê Serokê Weqfa Cimaeta Cihûyan a Antakyayê got qewmê îbranî di pêşîkêşiya Mûsa Pêxember da ji bo azadiyê ji zilma Fîrewn û esaretê revî, di wê demê da ar û av li hev xistin û xwarin, ji bo bîranîna vê rewşê Cejna Pesahê tê pîrozkirin.
Cenûdîoglu destnîşan kir ku ji bo bîranîna êş û jana ku kal û pîrên wan kişandin Cejna Pesahê pîroz dikin, ji ber cejnê jî hefteyekê nanê tirşnekirî dixwin.
Piştî pîrozkirin û diayê nûnerê dînên din nanê tirşnekirî li mêvanan belav kirin.