11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
BATMAN
Tirbeya Zeynel Beg ya 650 salî ji bo ku dema Bendava Ilisuyê temam bibe, di bin avê de nemîne wê di 18yê nîsanê de neqlî qada Parka Çandî ya nû ya Heskîfê bê kirin.
Di çarçoveya Xelaskirin û Parastina Hebûna Çandî ya Projeya HESê de xebatên barkirina Tirbeya Zeynel Beg a 650 salî dewam dikin.
Li gorî projeya ku ji aliyê Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) ve 2 sal berê hat îhalekirin û ji aliyê Saziya Parastina Hebûna Tebîetê ya Diyarbekirê ve hat tesdîqkirin, tirbeya 100 ton, wê yekparçe neqlî cihê xwe yî nû bê kirin.
Tirbe ji aliyê ekîba ku di nav wan de 6 muhendîs û 3 mîmar hene ve, bi treyeka 96 tekelên wê hene, dê neqlî cihê xwe yê nû bê kirin.
- "Li Tirkiyeyê cara ewil berhemeke wiha giran yekparçe dê neqlî cihekî din bê kirin"
Qeymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo tirbeyê bar bikin ev 3 sal in dixebitin û di neqilkirinê de hatine dawiya xebatan. Edî wê berhemê neqlî orkeoparkê bikin.
Bayguven wiha axivî: "Li Tirkiyeyê cara ewil berhemeke wiha giran yekparçe dê neqlî cihekî din bê kirin. Wê pêşî kutleyeke bi qeysa tirbeyê giran e bê barkirin. Wesayita ku wê tirbeyê bar bike kêmzêde di saetekê de bi hêza 2 kîlometreyî here. Em naxwazin zirarê bidin berhemeke wiha bêhempa. Her wiha kesên ku bixwazin barkirinê temaşe bikin roja 18ê nîsanê dikarin werin Heskîfê."
-" Wê hemû dunya bibîne ku em çewa qiymetê didin dîrokê"
Serokê Komeleya Çanda Heskîfê Ahmet Akdenîz gok ku ji bo Tirbeya Zeynel Beg di binê avê de nemîne DSÎ xebateke mezin didomîne. Akdenîz got: "Ev berhem wê yekparçe bê neqilkirin. Ev jî nîşan dide ku dewleta me qiymetê dide berhemên dîrokî."
Ji Akkoyûniyên ku di salên 1462-1482an de li Heskîfê hukûmraniyê kirine, tenê berhema Tirbeya Zeynel Beg maye.