Abdullah Tel
03 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2020
Di encama xebata kolanê ya ji alî hîndekarên Zanîngeha Hekariyê va hat kirin da goreka ji zinar a 3 menzelî ya ji heyama Urartiyan hat dîtin.
Hîndekarên Zanîngeha Hekariyê ji bo tespît û qeydkirina berhemên dîrokî yên li Hekariyê kar û xebatên xwe didomînin û di çarçoveya van xebatan da li goma Çetîntaşa ser gundê Akkuşê goreka ji zinar a wisa tê texmînkirin ku ji heyama Urartiyan maye, hat dîtin.
Hîndekarên Zanîngeha Hekariyê goreka ji zinar a 3 menzelî ku ji heyama Urartiyan maye, dîtin.
Hîndekarê Zanîngeha Hekariyê Omer Tanyurekê ku li goristanê lêkolîn kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku gora ji heyama Urartiyan maye 3 menzel e û wiha pê da çû: "Ji ber ku menzelê wê pir in em dikarin bibêjin gora qral e. Ev ji heyama pêşketina Urartiyan maye. Di lêkolînê da tê dîtin ku gora li herêmê gora herî kevn ev e."
Tanyurek ragihand ku dema li pergala qefleyê ya gorê tê mêzekirin ew ji heyamên zû maye û wiha domand: "Der barê vê da me meqaleyek amade kir. Em bi vê dikarin îspat bikin ku Urartu li vê herêmê jî hebûye. Li herêmê xebatên zanistî zêde nehatine kirin. Dema ev xebat zêde bibin wê bê dîtin ku di vê qadê da Hekarî çiqas dewlemend e û mîrateyên wê çiqas zêde ne."
Di berdewamiya axaftina xwe da Tanyurek got ku navê herêmê yê berê Hergol e û di nivîsa hat weşandin da jî heman nav hat bikaranîn.