Rauf Maltaş
29 Mijdar 2022•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2022
Li Herana navçeya Rihayê ya ji warên herî kevn ên li rûyê dinyayê yek e û di nav Lîsteya Berwext a Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digire platform, dermal û bîra Medreseya Heranê ya 8 sedsalî derket holê.

Serokê Beşa Arkeolojiya Zanîngeha Heranê û Herêma Vekolanê ya Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi piştevaniya fînansî ya Wezareta Çand û Turîzmê û koordînetiya Midûriyeta Muzeyê ya Rihayê û piştgiriya Saziya Dîroka Tirk, Walîtiya Rihayê û Qaymeqamtiya Heranê va vekolanên li herêmê seranserê salê dewam kirin.

Onal bi bîr xist ku devera dîrokî ya lê vekolan tê kirin berî zayînê ji 6 hezar salî berê bigir û heya niha wek war hatiye bikaranîn û demekê jî Asûrî û Emewiyan ewder wek paytext bi kar anîne.
Di berdewamiya axaftina xwe da Onal got ku di vekolanên berê da li nêzî Mizgefta Mezin rê, eywan û odeyên dersê yên Medreseya Heranê hatibûn dîtin û wiha pê da çû: "Li bakurê Heranê vekolandin dewam dikin. Dermala medreseyê fire ye û li der û dorê jî şivak hene. Em wisa difikirin ku ev qad ji bo ders kirinê hatiye bikaranîn. Bîr jî heye û bi qasî 13 metre jî bilndahiya wê heye û ji bo ji bîrê avê bikişînin jî pergalek hatiye avakirin. Em ê amûrên din jî ji bin erdê derxin û bi restorekirinê va ji nû va ava bikin."
