17 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Tebax 2016
VAN
Di xebatên kolanê yên ku li Kelha Ayanîsê ya li navçeya Tûşbayê berdewam in de platformeke 2700 salî bi mozaîkan neqişandî derket holê.
Keyê Ûrartoyan Rûsayê 2yemîn li ser girekî hemberî Gola Wanê Kelha Ayanîsê da avakirin û kelh bi neqşên xwe, awayê mimarî û bermayiyên xwe ve dibe wesîle ku der heqê wê heyamê de agahî bên bidestxistin. Xebatên ku li Kelha Ayanîsê tên kirin ev 27 sal in ku berdewam in.
Kelha Ayanîsê digel karkeriya kevir û kelpîçê bi neqşên di beşa perestgehê û belkirinên li ser sûran yek ji perestgehên herî giring û taybet ên dinyayê yê Ûrartoyan e û xebatên li kelhê bi seroaktiya Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê yê Fakulteya Edebiyatê yê Zanîngeha Ataturkê yê Erziromê Prof. Dr. Mehmet Işikli de tên kirin.
- Berhema 2700 salî derxistin holê
Serokê kolanê Işikli di daxuyaniya xwe de qal kir ku Kelha Ayanîsê berhemên dîrokî yên giring di xwe de dihewîne.
Işikli qala giringiya perestgeha Xaldiyê yê di kelhê de kir û wiha axivî:
"Bi taybetî perestgeha Xaldiyê ya ku em niha tê de ne nîşan dide ku ev kelh çiqas mezin û giring e. Ji 11 perestgehên Ûrartoyan yên ku tên zanîn yek ji perestgehên herî xweşik e. Hem kîtabeyên li eniya wê hem jî neqşên dîwaran û mermerên avê yên di nav de û bi platformê yek ji perestgehên herî xweşik ê Ûrartoyan e. Di encama xebatên kolanê de parçeyeke nûwaze ya ku li setê neqşên mozaîk ên ku ji mermerê avê hatine çêkirin heye derxistin holê."
- Walî Taşyapan xebatên kolanê şopandin
Walî Îbrahîm Taşyapan bi Şaredarê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe re li herêma ku lê xebatên kolanê tên kirin lêkolîn kir.
Walî Taşyapan li perestgeha Xaldiyê geriya û der heqê berheman da agahî hilda û got ku Kelha Ayanîsê ji bo herêmê giring e.
Taşyapan qal kir ku vir dewlemendiyeke mezin heye û da zanîn ku divê vê derxînin holê û ji bo tûrîzmê vekin.
Taşyapan bi bîr xist ku Wanê paytextiya Ûrartûyan a ku yek ji şaristaniyên girîng ên dîrokê ne kiriye û got ku tekane rêya fehmkirina vê şaristaniyê jî ew e ku bên Wanê.