Türkan Tosun
05 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
MARDÎN
Li Midyada navçeya Mêrdînê wê di navbera 12-14ê Cotmehê da 1emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Midyadê ya Navneteweyî bê lidarxistin. Ji bo mihrîcanê amadehî dewam dikin.
Qaymeqamê Midyadê Huseyin Tekîn daxuyand Midyad bajarê dîn û zimanan e, şopên qedîm ên rabirdûyê yên bi hezar salan di xwe da dihewîne.
Tekîn got ew hewl didin çalakiyên çandî û hunerî li dar bixin û hemû Midyadiyan vexwende vê mihrîcanê.
Tekîn anî ziman ewê di mihrîcanê da bi hev ra wextê xwe baş derbas bikin.