İbrahim Atmaca
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 24 Sibat 2019
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo ku çanda bafirokan neyê jibîrkirin û nifşên nû hîn bibin, li qonaxa dîrokî "Atolyeya Bafirokê" vekir.
Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Walî Mustafa Yaman diyar kir, ew çêkirina bafirokê fêrî zarok û ciwanan dikin ku ev nirxê girîng yê bajêr neyê jibîrkirin.
Yaman diyar kir ku Mêrdîn ji bo firandina bafirokan ji bajarên herî kêrhatî ye û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê çanda bafirokê di nav gel da zêde ye. Ji bo ku ev çand neyê jibîrkirin û nifşên nû bi awayekî profesyonel hîn bibin, me jî atolyeya xwe vekir. Me li navenda bajêr çêkirina bafirokê fêrî nêzî 700 xwendekarî kir."
Perwerdekar Zahît Mungan jî got ku ji berê va li Mêrdînê çanda bafirokê heye.