Elif Orhan
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Di çarçoveya sempozyuma "Ji Rabirdûyê Heta Roja me li Rihayê Muzîk a Navneteweyî" ya ku bi mazûvantiya Şaredariya Mezin a Rihayê tê kirin çalakiya "Kevneşopiya Dengbêjiyê" ya ku jiyan, kevneşopî û adetên gelê herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê nîşan dide hat kirin.
Di çalakiya ku li Xana Gumrikê ya Dîrokî hat kirin de Dengbêjên ku ji navçeya Hilvanê hatin Mahmut Aydogdu, Cuma Aktanbaş û Îsmaîl Turgut bi Kurdî kilam û stranên ku evîn û êşên sedan sal berê qise dikin gotin. Gelek turîstên herêmî û biyanî yên li xanê hewl dan ku bi telefonên destan dîmenên dengbêjan bikşînim. Car carna welatî jî bi dengbêjan re striyan û turîstan jî bi eleqeyeke mezin guhdarî kirin.
Dengbêj Mahmut Aydogdu di daxuyaniya ku da rojnamevanan de got ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê kevneşopiya dengbêjiyê dewam dike.
Aydogdu qal kir ku dengbêjî mîrateyeke wisa ye ku ji kalikên wan maye û wiha axivî:
"Berê dema ku televîzyon û radyo tunebûne kalikên me, bavên me di şevbihêrkan an jî di odeyên gundan de dihatin bal hev û çawa ji dilê wan dihat distrêyan. Dengbêjî çandek e, di nav vê de evîn û êşên hatine kişandin hene. Em hewl didin ku vê mîrateya ku ji bav û kalên me maye bidomînin. Em evînên ku me ji mezinên xwe bihîstine wekî klam dibêjin.Çavkaniya van klam û stranan diyar nîne ketiye ser zimanan. Daxwaza me ji rayderan ew e ku bila piştgirî bidin ku ev çand bidome. Di salên dawîn de li herêmê jimara dengbêjan gelekî kêm bûn. Divê em vê kevneşopiyê ragihînin nifşên nû."
Dengbêj Îsmaîl Turgut jî diyar kir ku ev 40 sal in ku dengbêjiyê dike û wiha axivî: "Em wek dengbêj çanda xwe didomînin. Em stranên li herêma xwe bi Kurdî distrên. Di salên dawîn de gelek nirxên çanda me winda bûn. Malî ava şaredariya me ya mezin çalakiyeke wiha li dar xist û hewl dide ku çanda me winda nebe. Ji wan daxwaza me ew e ku maleke dengbêjan bê çêkirin. Divê nifşên nû vê çandê bibînin."
Serokê Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya Mezin a Rihayê Suphî Çîçek jî pêşserlêdana ji bo ku muzîka Rihayê ji aliyê Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bê tescîlkirin demek beriya niha hat qebûlkirin.