Miftîtiya Rihayê xwarin da û şirketeke taybet jî amade kir. Li Mizgefta Dergahê ya li Balikligolê ye û li Mizgefta Sanayiyê piştî nimêja sibehê avgoşt îkramî cimeatê kirin.
Li Şanlirurfayê di çarçoveya çalakiyên "Hefteya Jidayikbûna Pîroz" de piştî nimêja sibê li hezaran kesî avgoşt hat belavkirin.
Miftiyê Şanliurfayê Îhsan Açik piştî belavkirina avgoştê li Balikligolê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku di çarçoveya "Hefteya Jidayikbûna Pîroz" de çalakî tên lidarxistin.
Açik got ku avgoşt li Rihayê zehf tê xwarin û gelê herêmê gelekî jê hez dike û wiha dewam kir:
"Bi rastî çêkirina avgoştê zehmet e. Dema ku mirov ji bo 5 an jî 10 kesan çêke hêsan e, lê belê ji bo hezaran kesî çêkirin zehmet e. Lewra dibe ku wê gavê baş çênebe û bê tehm be. Îsal bi taybetî me xwast ku em avgoşteke baş û bitehm çêbikin, me melzemeyên biqelîte sitend û goştê wê jî zehf bû. Welatiyên me jî gotin ku şîv gelekî bitehm çêbûye. Ez spasiyên xwe pêşkêşî welatiyên me yên ku hatine vê derê dikim. Di vê hefteya pîroz de çi ji destê me hat me kir, Xwedê ji kesên ku ji bo vê ked dan razî be."
Welatiyan jî spasiyên xwe pêşkêşî kesên ku xwarin amade kiribûn, kir.