VAN - CEMAL AŞAN
Mîmariya Osmaniyan vê carê jî ll bajarê Vanê yê kevn derdikeve ber gerokan. Xebatên kolînê ji aliyê komeke 60 kesî tê kirin û armanca xebatê ew e ku bajarê Vanê yê kevn yê ji aliyê Rûsan ve di Şerê Cîhanê yê Yekem de hate wêran kirin, ji nû ve derxin ber zanîsta dîrokê û turîzmê. Di xebatan de gelek tiştên ku mîmariya Osmaniyan radixe ber çavan jî derdikevin.
Endamê Hîndekariya Fakulteya Hunerên Xweşik ya Zanîngeha Maltepeyê Alîkar Doçent Banu Konyarê der barê mijarê de daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "Di kolînan de kargeh û atolyeyên mezin derdikevin. Tiştên ku derdikevin nîşan didin ku Vana kevn di dewra Osmaniyan de bajarek ji bajarên bazirganiyê yê mezin bû. Bi rastî Vana kevn ji mîmariya Osmaniyan gelek berhemên girîng di nav xwe de dihewîne."