Li taxa Taşdonderena gundê Gurpinara navçeya Wanê wargehên ku di nav zinaran de hatine çêkirin dîtin. Tê gotin ku ev wargeh aîdê heyama Serdema Navîn in.
Wargeh li gir û keleyên der û dora taxa Taşdonderena ku 70 kîlomêtre dûrî navçeyê ye, hatin dîtin û cara ewil dîmena wan hat kişandin. Ev wargeh di nav zinar û zagan de hatine çêkirin û gelek odeyên wargehê hene ku dişibin labîrentan. Wargeh li ser girên wisa hatine çêkirin ku gelî pê ve dixûyê. Kevir hatine qulkirin û tê de ode hatine çêkirin. Her odeyekî 24 qeremêtre ye. Wargeh 3 qat û di nav hev de hatiye çêkirin.
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Dîroka Hunerê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Doç. Alk. Dr. Mehmet Top, li wargehê lêkolîn kir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wargehên ku kevir qul kirine û hatine çêkirin, ji 3 qatan pêk tê.
Top daxuyand ku li gor tesbîtên wî yên ewilîn, wargeh aîdê heyama Qirna Navîn e û wê demê mesîhî li vê herêmê jiyan e.
Top got ku wargeh wek manastirê hatiye plankirin û ji ber ku dûrî gund an jî bajêr e ev girîng e û wisa dixûyê ku wek cihê xwesipartinê hatiye xebitandin.
Top destnîşan kir ku wargeh sê qat hatiye çêkirin, qata herî ser wek teras hatiye xebitandin û di her qatê de du ode hene ku 6 mêtre dirêjahiya van odeyan e û 4 mêtre jî berahiya wan e.
Top got ku nêzî hezar salî ye ku wargeh hatiye çêkirin û wisa dixûyê ku mirovan salên xwe li vê derê derbas kirine.